Kusret Resûl banga vekirina rûpele nû dike

Di peyamekê de bi boneya ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartina parlemantoya Kurdistanê, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl radigihîne, dema wê yekê hatiye em hemû li ser maseya guftûgoyê rûnin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kusret Resûl di peyama xwe dibêje: “Di vê qonaxa nû de, ji piştî bidawîbûna proseya hilbijartinê û ragihandina encaman, daxwaz ji hemû hêz û aliyên siyasî dikim, qonaxeke nû dest pê bikin û ji bo berjewendiyên bilind ên gelê me rûpeleke nû vekin, ji ber ku berjewendiyên gelê Kurd ji her aliyekî ku xwe ji dozekê mezintir dizane, mezintir e.”

Di peyama Kusret Resûl de hatiye, “Guhartinên navçê û egerên li pêş me, ji me hemûyan dixwaze em li ser maseya guftûgoyê rûnin û di pêkanîna hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê de beşdar bin û karê zêdetir ji bo xizmeta Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê welatiyan bikin, ew jî bi beşdariya me hemûyan û nehîştina milmilaneyan dibe.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Girîng e em hemû aliyên Kurdistanî bikarin bi hev re yek dest û yek tîm bin di pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê û wergirtina wan destkeftên gelê de û li Bexdayê beşdariyeke aktîvtir bikin, ji bo bidestxistina mafên netewî û destûrî yên gelê Kurdistanê.”

S. B