Xalên gumrikî yên Kerkûkê tên rakirin

Perlemanterên Kurd di Perlemana Iraqê de, bizavan dikin ku rakirina xalên gumrikî di nav Kerkûkê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê de, di nav Perlemana Iraqê de bikin biryar.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Perlemanterên Kurd di Perlemana Iraqê de, bizavan dikin ku rakirina xalên gumrikî di nav Kerkûkê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê de, di nav Perlemana Iraqê de bikin biryar.

Danîna wan xalan bandoreke nerênî li ser bazaran kiriye, bi awayekî bazirganekî Ereb ku mûkêt û merşan li bazarên Kerkûkê difroşe, dibêje: Bi anîna du kerwanên mûkêt û merşan, 30 milyon Dînar gumrik ji min stendin, ez jî neçar im nirxê mûkêtan bilind bikin û ew pereyên gumrikê ji me stendiye em ji xelkê werdigirin.

Biryar bû di vê hefteyê de, li gorî rêketinekê di nav Iraq û Herêma Kurdistanê de, ew xalên gumrikê bên rakirin, lê heya niha bicîkirin wê rêketin li cem serokwezîrê Iraqê rawestiya ye û li bendî îmzeya wî ye.

Ji aliyê xwe ve, perlemanterê Iraq ji firakisyona YNK Dr. Bêstûn Zengene ji Kurdistan24ê re got: Derbarê vê pirsê me gellek fişar li Perlemana Iraqê kiriye, pêwîst bû di vê hefteyê de biryar li ser hatiba dayin, hêvîdarim di hefteya dahatî de, Perlemana Iraq biryarê li ser bide.

N.O