Qonaxa yekem a piroseya çaksazî û yekxistina wezareta Pêşmerge ket warê bicîkirinê de

Piroseya çaksazî û yekxistina wezareta Pêşmerge ji 35 xalan pêk tê û ji aliyê welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya ve serperiştiya wê tê kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Qonaxa yekem a piroseya çaksazî û yekxistina wezareta Pêşmerge derbasî ware bicîkirinê bû, ji bo vê mebestê jî, îro 4/12/2017an bi serperiştiya wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, hejmarek ji berpirsên wezareta Pêşmerge, li gel nûnerên welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya, civîneke taybet bi piroseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmergên Kurdistanê hat lidarxistin.

Borda çaksaziya wezaretê li ser çawaniya bicîkirina xalên piroseya çaksaziyê ji aliyê giringî û pêwîstî û mercên guncayî ve, pênc xalên serekî yên piroseyê pêşkêş kir, ke wek qonaxa yekem a bicîkirina piroseyê tên meşandin.

Piştî gotûbêjan bihevguhertina nerînan di navbera wezîrê Pêşmerge bi wekalet û nûnerên welatên hevpeyman ku serperiştiya piroseya çaksaziyê dikin, ew xalana ji aliyê wezîrê Pêşmerge ve hat qebûlkirin û derbasî ware bicîkirinê bûn.

Pirojeya çaksazî û yekxistina wezareta Pêşmerge, pirojeyekî giştî û dem dirêj e, bi mebesta dubare rêxistin û yekxistina hêzên Pêşmergên Kurdistan, ku ji 35 xalan pêk hatiye û ji aliyê welatên Amerîka û Birîtanya û Almanya serperiştiya wê tê kirin û wek qonaxa yekem ya bicîkirina piroseyê 5 xalên serekî ji îro ve derbasî ware bicîkirinê bûn.