Amerîka: Em YPGê rêxistineke terorê nabînin

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorê nabînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorê nabînin.

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey di telekonfernasê de ragihand, armanca wan li Sûriyê jinavbirina yekcarî ya DAIŞê ye û ew gavek ber bi çareseriya siyasî ye û divê hemû hêzên biyanî ji bilî Rûsyayê ji Sûriyê derkevin.

Got jî, Rûsya ji Sûriyê venakişe, lê 4 hêzên leşkerî yên din li Sûriyê ne, Îsraîl, Tirkiye, Îran û Amerîka, ew hemû niha li Sûriyê kar dikin, ew rewş jî metirsîdar e.

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê ragihand, helwesta wan a li hemberî PKKê diyar e, lê berûvajiyê PKKê, ew YPGê wek rêxistineke terorê nabînin.

Got jî: “Em têdigihên metirsiyên ewlehî yên Tirkiyê. Em bi metirsiyên wê yên bo peywendiya di navbera YPG û PKKê de jî têdigihên. Ji ber vê yekê em pir bi hişyarî tevdigerin.”

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê amaje bi wê jî kir, ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê mene, ew bi Enqere û Rûsyayê re bi berdewamî di pêwendiyan de ne û niha şer li rojhilatê Feratê bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re tê kirin.

 

S. B