Kurdistanî ji serxwebûnê danakevin

Bi gotina pisporên yasayî û destûrî, her dema ku Herêma Kurdistanê biryara cudabûnê bide, dikare li gorî encamên referandumê, derbarê serxwebûnê diyalogê li gel Iraqê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Sibe salek bi ser encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê re derbas dibe, pisporên destûr û yasaya navdewletî tekez dikin, ku  referandum wek belgeheke giring di dîroka gelê Kurd de dimîne û her dema ku Kurdistan ji Iraqê cuda bibe, kare kar bi encamên referandumê bike, li gorî yasayên navdewletî, ti pirsgirêka yasayî ji referandumê re tine ye. Ew pispor didin xuyakirin, ku encamên referandumê hatine rawestandin, lê nehatine hilweşandin.

Bi gotina pisporên yasayî û destûrî, her dema ku Herêma Kurdistanê biryara cudabûnê bide, dikare li gorî encamên referandumê, derbarê serxwebûnê diyalogê li gel Iraqê bike.

Li ser vê pirsê, pisporê yasaya navdewletî Aras Ebdella ji Kurdistan24ê re got: Pêwîstiya gelê Kurdistan careke din bi referandumê tine ye, ji bo ji Iraqê cuda bibe, ji ber ku ew referanduma di 25ê Êlûna 2017an de hat kirin, li ser astê navxwe û navdewletî, wek belgeh û karteke bihêz dimîne û her dema ku Herêma Kurdistanê bixwaze, kare bi riya wê, serxwebûna xwe ji Iraqê rabigehîne.

N.O