Amerîka: Em piştevaniya karên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê dikin

Eric Bahon eşkere kir, ku ew piştevaniya hevpeymanên xwe yên di NATOyê de û piştevaniya Tirkiyê dikin derbarê wan tedbîrên ku dixwaze li parêzgeha Idlibê li bakûrê Sûriyê encamp bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) Eric Bahon eşkere kir, ku ew piştevaniya hevpeymanên xwe yên di NATOyê de û piştevaniya Tirkiyê dikin derbarê wan tedbîrên ku dixwaze li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê encam bide.

Peyvdarê Pentagonê got jî: “Guman li cem me tine ku rêjîma Sûriyê navçeyên bakurê rojavayê welatê xwe kiriye cihekî aram ji bo rêxistina Qaîde ya terorîstî.”

Navhatî diyar kir, ku helwesta welatê wî li ser Bereya Nusra nehatiye guhertin û hîn jî ew wê grûpê wek grûpeke terorîst ser bi Qaîde ve dibînin.