Gewdeyekî nenaskirî li ezmanê Amerîka hat dîtin

Li gorî zanyariyan, firokeyên F15 yên Amerîkî xwestine li pey wî gewdî bikevin, lê wan nekariye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xuyabûna gewdeyekî nenaskirî, li ezmanê wîlayeta Orîgon ya Amerîka, aliyên pêwendîdar û çavdêriya ezmanî li wê wîlayetê matmayî kir û tevahiya hêzê ezmanî li wê wîlayetê xite amadebaşiyê de.

Li gorî zanyariyan, firokeyên F15 yên Amerîkî xwestine li pey wî gewdî bikevin, lê wan nekariye.

Ajansa Sputnik ya Rûsî belav kiriye, ew buyer roja 25ê meha derbasbûyî çêbûye, lê çavdêriya ezmanî ya wîlayetê bêdeng ma heya ku îro zaniyarî li ser wê bûyerê belav kirin.

Firokevanên Amerîkî diyar kirin ku ew gewde sipî bû, lê wan nekariye bi temamî cihê wî nasbikin û bi lezgînî ji ber çavên wan windabû.

Ji aliyê xwe ve rojnameya Daily Mail ya Birîtanî belav kir, li gorî firokevanan, ew gewde bi leza 700 Km di demjimêrekê de û bi bilindiya 10 Km li ser ezmanê navçeyê difiriya.

Hat zanîn, ku taybetmendiya xweveşartinê li cem wî gewdî hebû û radarên bi teknelociyeke nûjen hatine çêkirin, nekarîn wî gewdî bibînin.

Hin çalakvanan jî diyar kirin, ku ew bûyer li nêzîkî sînorên Amerîkî Kenedî şêbûye û dibe ku ew gewde tenê firokeyek be, ku ji bo veguhestina madeyên hişbir di navbera herdu welatan de tê bikaranîn.