Parlemantarekî nêzîkî Ebadî: Hefteya bê şanda herêmê serdana Bexdayê dike

Parlemantarê Dewleta Yasa di parlemantoya Iraqê de Casim Beyatî aşkere kir, hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê ji bo danûstanên çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantarê Dewleta Yasa di parlemantoya Iraqê de Casim Beyatî aşkere kir, hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê ji bo danûstanên çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê dike.

Casim Beyatî ku kesekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, di hefteya bê de civînên di navbera hikûmeta Hewlêrê û hikûmeta Bexdayê ji bo destnîşankirina mîkanîzma diyarkirina xalên nakok yên di navbera her du aliyan de, dest pê dikin.

Diyar kir jî, Bexda behsa 80 jêderên darayî ligel şanda Kurdistanê dike, ku di baweriya wê de hikûmeta Herêma Kurdistanê serpêçî di wan jêderan de kiriye.

Amaje bi wê jî kir, girîngtirîn wan jêderan, firokxane, xalên sînorî, derhênan û hinardekirina petrolê û îmzekirina girêbestên di wî warî de ne. Ji bilî hebûna hêzên Pêşmerge li derveyî sînorê Kurdistanê, tekez kir ku danûstandinên di navbera şanda Kurdistanê û Iraqê de bi amadebûna aliyên siyasî û di bin banê destûrê de bi rê ve diçin.

Beyatî got: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Silêmaniyê de biryara dawiyê ya pêkanîna şanda herêma da, ku ji aliyên beşdarî hikûmetê bûne û her yek erokê hikûmetê û cîgirê wî, wezîrê darayî, wezîrê keştûgalê, berdevkê hikûmetê û şêwirmendên di wanên kargêrî û aborî pêk tê.”

Di daxuyaniya xwe de Beyatî amaje wê kir, yekem rêkeftin hatiye kirin, şanda herêmê ji 2 nûnerên PDK, 2 nûnerên YNK, 2 nûnerên Goran û nûnerekî Komela Îslamî û nûnerekî Yekgirtûya Îslamî pêk tê.