Îsraîl: Îran ji xaka Iraqê dê êrişî Îsraîlê bike

Wezîrê Navxwe yê Îsraîlê Gilad Erdan ragehand ku, Îran bi rêya xaka Iraqê êrîşî welatê wî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Îsraîlê Gilad Erdan ragehand ku, Îran bi rêya xaka Iraqê êrîşî welatê wî dike.

Wezîrê Navxwe yê Îsraîlê Gilad Erdan di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, Îran her demekê dikare şerekî li Sûriye û Libnanê çê bike. Herwiha got, Îran gefên xwe li ser Îsraîlê zêde dike û guman tê kirin, Îran ji binkeyên serbazî yên li ser xaka Iraqê mûşekan bavêje Îsraîlê.

Wezîrê ewlehiya navxweyî yê Îsraîlê Gilad Erdan da zanîn ku, Îran bi hemû hêza xwe hewl dide dorpêça xwe li ser Îsraîlê bike, da ku Tel Evîvê bitirsîne, lê ew ji her şerekî re amade ne.

Tekez kir jî, Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Supaya Pasdarên Îranê hewl dide hizbulaheke din li Sûriyê damezrîne û hebûna xwe li wî welatî berferetir bike, ji ber vê jî pêwîst e Îsraîl êrîşên xwe li dijî Tehranê zêde bike.

 

S. B