Tirkiyê gazî li Balyozê Amerîka kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê, gazî li Balyozê Amerîka yê li Enqerê kir û bûyerên dema serdana Serokomarê Tirkiyê yên li Washingtonê şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê, gazî li Balyozê Amerîka yê li Enqerê kir û bûyerên dema serdana Serokomarê Tirkiyê yên li Washingtonê şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat, hêzên ewlekariya Amerîka li hember pasewanên Wezîrê Derve li Washingtonê bêrêzî kirine û ev yek ji Balyozê Amerîkayê re bi aşkera hatiye gotin û bûyer hatiye şermezarkirin. Her weha ji rayedarên Amerîkayê hatiye xwastin lêpirsînê derbarê bûyerê de bikin.

Dema serdana Serokomarê Tirkiyê de, li pêş Balyozxaneya Tirkiyê yê li Washingtonê, komên alîgirên Erdogan û dijberên wî pevçûn çê bûbûn û pasewenanên Erdogan jî beşdarî tevliheviyê bûbûn û di encamê de 9 kes birîndar bibûn.

Piştî bûyerê rayedarên Amerîka gazî li Balyozê Tirkiyê kiribûn. Herwiha senetorekî Amerîkî jî daxwaza derkirina Balyozê Tirkiyê kiribû.