Yildirim: 30 hezar Sûrî dengê xwe bikar tînin

Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku dê 30 hezar Sûrî di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku dê 30 hezar Sûrî di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li Îzmîrê di gotarekê de diyar kir ku li Tirkiyê 30 hezar penaberên Sûriyê mafê welatîbûnê wergirtine û wê di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin.

Ji ber rewşa şer û krîza Sûriyê, zêdetirî 3 milyon koçberên Sûrî li Tirkiyê dimînin. Serokomarê Tirkiyê di havîna 2016an de li bajarê Kilîsê gotibû, ewê regeznameya Tirkiyê bidin koçberên Sûrî.

Roja 24ê Hezîranê li Tirkiyê hilbijartinên parlamento û serokatiyê tên birêvebirin. Zêdetirî 58 milyon welatiyên Tirkiyê mafê wan ê dengdayîne hene.

 

S. B