Hunermendekî Semsûrî bi tembûra xwe stranan dibêje

Li Semsûrê hunermendê bi nave Azîz Taştan ê ku di bin bandora stranên hunermend Şivan Perwer û Baqî Xido de maye bi wê tembûra ku bi xwe çêkiriye dest bi gotinê kiriye û heta îro hatiye.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Li Semsûrê hunermendê bi nave Azîz Taştan ê ku di bin bandora stranên hunermend Şivan Perwer û Baqî Xido de maye bi wê tembûra ku bi xwe çêkiriye dest bi gotinê kiriye û heta îro hatiye.

Hunermendê bi navê Azîz Taştan li Semsûra bakurê Kurdistanê dijî û ew dildarê muzîka Kurdî ye. Taştan di zarokatiya xwe de ji dengbêjiyê û tembûrê pir hez dike lê, ji ber feqîrîî û destengiya malbatê nabe xwediyê tembûrekê. Ji bo ku kilam û awazên Kurdî ligel tembûrê bistire gelek hewlên wî çêdibin. Herî dawîn mamê wî ji bo ku daxwaza xwarziyê xwe bi cih bîne bi dara hevrisê jê re tembûrekê çêdike û çîroka vî hunermendî bi vî awayî dest pê dike.

Hunermend Azîz Taştan ji K24ê re got: "Apê min ku ez wî wek bavê xwe dibînim perê wî tune bû ku here ji min re tembûrekî bikire û çû darek hivrêsê li gundê me jê kir anî. Nêzikî 2 û 3ê meha kola û koda tembûrê çêkir. Li dû re bir li ba hosteyekî û wê jî klavye çêkir û me tembûra min ya yekem bi vî şeklî peyda kir. Dewletê li Kurmanciyê re serbestî nekir me bandê Kurdî bi dizî guhdarî dikir û min Şîvan Perwer guhdar dikir. Em Semsûrî ne Pirsûs û Kobanê pir nêzîkî me ne û li wir hunermendê bi navê Baqî Xido guhdar dikir."

Hunermend Azîz Taştan jî wek gelek Kurdên bakurê Kurdistanê di wê serdema qedexe û zextên li ser zimanê Kurdî de her tim hunermend Şivan Perwer û Baqî Xido bi dizîka ve guhdarî dike. Ew zarokatiya xwe bi berhemên van hunermandan derbas dike û her du hunermendên navdar li ser wî bandoreke gelek mezin dikin ku ew bandor îro jî berdewam dike.

Mamê Hunermend, Alî Taştan dibêje: "Ezîz ji min tembûr xwest em jî feqîr bûn û min got ez ê ji te re tembûrekê çêkim. Ez rabûm çûme gund ji dara hevrisê qût kir û anî li mal hundirê wê vekir û da Ezîz. Ezîz dest bi lêdana tembûrê kir û roj bi roj jî tembûr baştir bi kar anî."

Hunermend Azîz Taştan hêj ku 5 mehî bûye bavê wî di encama qezayekê de canê xwe ji dest dide û ew li ba mamê xwe mezin dibe. Taştan ligel şert û mercên dijwar û astengiyan dest ji hunera xwe bernade û ew îro li bajarê Semsûrê wek hunermendekî bi navûdeng tê zanîn.