K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê, leşkerên Tirkiyê rastî êrişekê hatin û di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di daxuyaniyekêde ragihand ku, di çarçoveya operasyona Mertela Feratê de li nêzîkî Babê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin. Di encamê de Erîfekî artêşa Tirkiyê canê xwe jidest da.
Hat ragihandin, ku leşkerê Tirk bi riya helîkopterê bo nexweşxaneya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hate veguhastin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha 44 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar