Mesrûr Barzanî: Dxwaza Herêma Kurdistanê pabendbûn û cibicîkirina destûrê ye

Di çarçoveya hevdîtinekê de ligel Balyozê Rûsyayê li Iraqê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandin, daxwaza Herêma Kurdistanê pabendûn û cibicîkirina destûr ye wek riyeke çareseriyê ji bo bidestxistina aramiyê li Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya hevdîtinekê de ligel Balyozê Rûsyayê li Iraqê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandin, daxwaza Herêma Kurdistanê pabendûn û cibicîkirina destûr ye wek riyeke çareseriyê ji bo bidestxistina aramiyê li Iraqê.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Maxim Maximov û şanda pê re kir. Di hevdîtinekê de bi amadebûna Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Victor Simakov bi rê ve çû, pêşhatên siyasî û ewlehiyê hatin behskirin û her du aliyan tekezî li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê di hemû waran de kirin.

Derbarê çareserkirina pirsgirêk, girift û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Balyozê Rûsyayê xweşhaliya xwe ji bo pêşketinên danûstandinên di navbera her du aliyan de derbirî û hêvî xwast hilbijartinên Iraq û herêmê bi serkeftin bi rê ve biçin û bibin destpêka qonaxeke nû ji bo çareserkirina tevahiya pirgirêkan.

Girêdayê wê babetê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi hilbijartinan û pêngavên di pişt re kir, ku vetoya Herêma Kurdistanê li ser ti lîste û aliyekî nîn e û tekezî li ser girîngiya rêzgirtin û pabendbûna bi destûrê û hevbeşiya rasteqîne kir û ragihand, pêwîst e hewl bên dayîn ku rewşa Iraqê bi awayekî asayî vegere û tevahiya pêkhate hest bi dilniyabûnê bikin û tekez kir, ku daxwaza Herêma Kurdistanê pabendbûn û cibicîkirina destûrê ye wek riyeke çareseriyê ji bo bidestxistina aramiyê.

Derbarê şerê li dijî terorê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê da, hîna gefa teroristan li navçê mane û di vê dawiyê de çalakî li hin navçeyan kirine.

 

S. B