Navenda serekî ya Goran û gora Newşîrwan Mistefa ketin ber êrîşan de

Elî Heme Salih: Ew kesên êrîşî navenda serekî ya Goran û gora Newşîrwan Mistefa kirine Yekîtîn ne û bi biryara mala Talebanî ew kiryar kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî vîdyoyekê ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, şevê din bi tofî teqe li navenda serekî ya Tevgera Goran hat kirin û ji bilî çekê Kilaşînkov BKC û Doşka jî hatin bikaranîn.

Di wê girte vîdyoyê de, bi zelalî xuyanî dibe gulle li avahiyekê dikeve ku wêneyekî mezin ê Kordînatorê koçkirî yê Goran Newşîrwan Mistefa têde bû, tevî ku di destpêkê de gulle ber bi ezman ve dihatin berdan, lê piştî hin kêlîkan gulle rastî navenda Goran hatin berdan.

Ji aliyê xwe ve berpirsîn Tevgera Goran daxwaz ji alîgir û cemawerên xwe kirin ku bi çekan berê xwe bidin Girê Zergete yê ku navenda wan ya serekî lê ye, ku teqe lê dihat kirin, ew jî bi mebesta ku berevaniyê di ber navendê û gora Newşîrwan Mistefa de bikin. Herwiha Lahor Cengî bi encamdana wê êrîşê tometbar kirin û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestin ku parastina wan bike.

Li ser bûyerê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyeke bilez da û têde daxwaz ji hêzên emnî kir, ku navendên aliyên siyasî biparêzin û ji aliyan xwest ku xwe bigirin û penayî tundiyê nebin.

Hevdem li gel wê bûyerê, perlemanterê Goran Elî Heme Salih bi kela girî got: "Ew kesên êrîşî navenda serekî ya Goran û gora Newşîrwan Mistefa kirine Yekîtîn ne û bi biryara mala Talebanî ew kiryar kirine".

Piştî banga berpirs û serkirdeyên Tevgera Goran, hejmareke mezin ji alîgirên wan çûne cihê bûyerê û beşekî ji wan çek hilgirtibûn, piraniya amadebûyan jî, ji Kurdistan24ê re ragihandin, ku ew tevgereke bê şek in û naxwazin bi çekan kêşe bêne çarekirin".

N.O