McGurk hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Fadil Berwarî daxuyakirin

McGurk: Fermande Berwarî cengawer û fermandeyekî pêlewan bû di cenga dijî DAIŞê de, cîhan deyndara comerdiya wî ye. Ez sersaxiyê ji malbat û cengawerên hevalên wî re dixwazim.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de li dijî DAIŞê Brett McGurk, hevxemiya xwe li ser koça dawî ya lîwa Fadil Berwarî da xuyakirin.

Şevê din li bajarê Hewlêrê, lîwa Fadil Berwarî fermandeyê operasyonên taybet, bi nexweşiya celta dil koça dawî kir.

Ji Bo koça dawî ya Berwarî, Brett McGurk li Twitter a xwe nivîsiye: Fermande Berwarî cengawer û fermandeyekî pêlewan bû di cenga dijî DAIŞê de, cîhan deyndara comerdiya wî ye. Ez sersaxiyê ji malbat û cengawerên hevalên wî re dixwazim.

Piştî ku termê wî ji bo Dihokê hat veguhestin, wê îro di merasîmeke taybet de, bê veşartin.

N.O