Opozîsyona Sûriyê li New Yorkê proseya siyasî gotûbêj dike

Şanda opozîsyona Sûriyê li New Yorkê bi nûnerên hejmarek welatên cîhanê re proseya siyasî ya Sûriyê û komîta nivîsandina destûrê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda opozîsyona Sûriyê li New Yorkê bi nûnerên hejmarek welatên cîhanê re proseya siyasî ya Sûriyê û komîta nivîsandina destûrê gotûbêj dike.

Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd ji K24ê re ragihand, şanda opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Serokê Desteya Danûstandinan Nesir Herîrî û 6 endaman pêk hatibû, li New Yorkê hejmarek hevdîtin bi nûnerên welatên Ewropî û Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re kir.

Da zanîn ku şanda opozîsyonê bi awayekî cuda bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini û Wezîrên Derve yên Brîtanya, Denmark û nûnerê Wezîrê Derve yê Amerîka re civiya.

He was Egîd da zanîn, di civînan de rewşa Sûriyê bi giştî, proseya siyasî li Sûriyê, Komîta Dariştina Destûrê, hebûna hêzên Îranî li Sûriyê û rewşa koçberan li welatên cîran hatin behskirin.

Şanda opozîsyonê roja 22ê Îlonê gihîştibû New Yorkê û hevdîtinê xwe li perawîza civîna Komelaya Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê kirin.

S. B