Rêveberiya Xweser 102 DAIŞî serbest berdan

Rêveberiya Xweser li Hesekê îro zêdetir ji 100 kesên pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, destê wan bi xwîne nebûne ji zîndanên xwe azad kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li Hesekê îro zêdetir ji 100 kesên pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, destê wan bi xwîne nebûne ji zîndanên xwe azad kirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Rêveberiya Xweser bi amadebûna Hevserokatiya Cizîrê, fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şêxên eşîreyên Heseke, Dêrazor û Reqayê 102 kesên ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebûn, lê destê wan bi xwîne nebûne ji zîndanên xwe azad kirin.

Ev ne cara yekemîn e HSD û Rêveberiya Xweser welatiyên Ereb ên ku bi tuhmeta DAIŞê li cem HSD û Rêveberiya Xweser girtî bûn, tên berdan. Berê gelek caran û li ser daxwaza rîspiyên eşîreyên Ereb, bi dehan welatiyên Ereb ên ku bi tuhmeta DAIŞê girtî bûn, hatine berdan.

 

S. B