Termê Newşêrwan Mistefa bi xakê hate spartin

Îro Yekşemê 20 Gulana 2017an, di rêwresmekê de Rêkxwerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa li girê Zergete ya Silêmaniyê ve bi xakê hat spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Yekşemê 20 Gulana 2017an, di rêwresmekê de Rêkxwerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa li girê Zergete ya Silêmaniyê ve bi xakê hat spartin.

Newşêrwan Mistefa piştî mana 9 mehan li derveyî welat, roja 13 Gulanê vegeriya Herêma Kurdistanê û duh 19 Gulanê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

 

Newşêrwan Mistefa Emîn ji dayikbûna sala 1944an li bajarê Silêmaniyê bû. Ji destpêka salên şêstî yên sedsala borî dest bi kar û çalakiyên siyasî kiribû.

Yekem westgeha jiyana siyasî jî, Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê bû.

Di sala 1963 û 1964an bû endamê Sekreteriya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê.

Sala 1967an kolîja Zanistiya Siyasî li zanîngeha Bexdayê temam kir.

Sala 1969an bû xwediyê kovara “Rizgarî” û nêzîkî 13 hejmar ji kovarê derxist.

Piştî rêkeftina sala 1972an, Newşêrwan Mistefa û çend kesên din Komelaya Rencberên Kurdistanê damezrandin.

Piştre çû Ewropa û li Nimsayê mijûlî xwendina zanîngehê bû, lê piştre bo damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di sala 1975an vegeriya Kurdistanê.

Sala 1981an hevjînî ligel Xatûn Şuile Elî kir. Bavê 3 kuran e, bi navên Nima, Çiya û Çira ne.

Di demê de Newşêrwan Mistefa wek serkirdayekî bilind yê YNKê derket, piştî raperînê jî çendîn pile wergirtibû, ta gihêştibû Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê.

Sala 2006an dest ji YNKê berda û kompanyaya “Wuşe” damezrand, ku wek digot kompanyayeke medya û lêkolînên zanistî ye, lê di sala 2009an de li ser binkeya kompanyaya “Wuşe” Tevgera Goranê dirust kir û di hilbijartinên wê salê de jî 25 kursî di Parlementoya Kurdistanê de bidest anî û sala 2013an jî beşdarî di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û Iraqê kir.

Di navîna meha Îlona 2015an, Newşêrwan Mistefa û bi mebesta wergirtina çareseriyên pêwîst bo tenduristiyê, serdana Almanya kir û piştre jî Brîtanya.

Di 17 Adara 2017an, xatûn Şuile Elî hevjîna Newşêrwan Mistefa di temena 60 saliyê de koça dawî kir.

Roja Şemiyê 13 Gulana 2017an Newşêrwan Mistefa vegeriya Herêma Kurdistanê û li berbanga roja 19 Gulanê koça dawî kir.