Aldar Xelîl: Ti wateya kongreya Sochiyê nema

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdê di Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de Aldar Xelîl ragihand, ti wateya beşdariya di kongreya Sochiyê de nemaye.

Rûsya hewl dide Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê di 29 û 30 vê mehê li Sochiyê lidar bixe, berpirsên Rêveberiya Xweser jî ragihandibûn ku ewê tê de beşdar bin.

Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihand, di siya êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ku bi rêkeftina ligel Rûsyayê hat kirin, ti wate ji beşdariya wan li Sochiyê re nema.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd duh Rûsya tometbar kir û got, Rûsyayê qadên esmanî yên Efrînê ji Tikriyê re vekir û firokeyên Tirkiyê jî sivîlan bomberan dikin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan tekez kir, Operasyona Efrînê bi rêkeftina wan û Rûsyayê dest pê kiriye.