Nameyek ji Wezîrê Derve yê Brîtanyayê gihêşt Nêçîrvan Barzanî

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson destxweşiyê li hewlên Herêma Kurdistanê yên aramkirina aloziyan ligel hikûmeta federalî bi armanca destpêkirina guftûgoyan ji bo çareserkirina nakokiyan dike û tekez dike Brîtanya jî bi heman awayî li ser hewlên xwe berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê de, îro Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes nameya Boris Johnson gihande Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di nameyê de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê tekez kiriye ku hewleke cidî ji bo destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ji bo çareserkirina nakokiyan, piştgîriya Brîtanya ji bo serxistina proseya demokrasiyê li Herêma Kuristanê derbiriye.

Di hevdîtinê de, ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî amade bû, Balyozê Brîtanyayê ronî xiste ser hewlên welatê xwe ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Li hemberê jî, Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê kir û telez kir, Herêma Kurdistanê bi berdewamî hewl daye nakokiyan bi riya diyalogê bêne çareserkirin. Daxwaz ji dostên Herêma Kurdistanê jî kir, di hewlên xwe berdewam bin, ji bo rêxweşkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.