Efrîn.. Şanogerekî Kurd hat girtin

Grûpên çekdar ên li Efrînê, rewşenbîr û şanogerê Kurd Hisên Bozo ji 4 rojan ve girtine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê, rewşenbîr û şanogerê Kurd Hisên Bozo ji 4 rojan ve girtine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandin, roja 6ê vê mehê grûpa çekdar a bi navê Cebhe El-şamiyê şanogerê Efrînî Hisên Bozo li nêzîkî meydana Kawayê Hesinkar girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Hisên Bozo, jidayîkbûyê sala 1957an e rewşenbîrekî navdar ê Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye, kesayetiyekî serbixwe ye û di warê şanogerî û kelepûra Kurdî de kar dike û bidehan şano pêşkêş kirine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, bi hezaran welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û li hemberî azadkirina wan daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin.

 

 

S. B