Hevpeymanî bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewamiya piştevaniya xwe bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge dupat dike.
Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Femandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê general Walter Piatt û Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin kir.
Di civînê de genela Baite pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de bilind nirxand û operasyona hevbeş a vê dawiyê ya hêza hevpeymanan û Pêşmerge li çiyayê Qereçox li dijî DAIŞê vegerand bihêzbûna pêwendiyên her du aiyan û tekez kirk u hevrêzî û hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo nehîştina terorê ye. Herwiha berdewamiya piştgîrî û hevkariya bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di niha û pêşerojê de dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê bo hevahengiya ligel artêşa Iraqê û hevpeymanan bi armanca nehîştina metirsiyên terorê li navçê derbirî û amaje bi wê da, ku hêza Pêşmerge hemû pêkhateyan bê cudahî diparêze û li ser vê rêbazê berdewam dibe û ji bo jî gelek qurbanî dane.
Di tewereke din de, Nêçîrvan Barzanî behsa proseya siyasî ya Iraqê kir û hêvî xwast ku kapîneya nû ya hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de bê pêkanîn û çareserî ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin dîtin.
S. B