Îsraîl wêneyan ji koşka Esed re digire

Wezareta Berevaniya Israîl, bi helkefta derbasbûna 30 salan di ser berdana yekem setelayta sîxuriyê re, çend wêneyên wê setelaytê belav kir, ku ji navenda ezmanê Sûryê hatine girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Israîl, bi helkefta derbasbûna 30 salan di ser berdana yekem setelayta sîxuriyê re, ku di roja 19/9/1988an de bû, çend wêneyên wê setelaytê belav kir, ku ji navenda ezmanê Sûryê hatine girtin.

Li gorî zanyariyên malpera (Times Of Israîl), wêneyên koşka serokê Sûryê Beşar Esed jî bi wê setelaytê hatine girtin û dibe ku Hikûmeta Israîl ew wêne weke gefekê li dijî rêjîma Esed belav kiribe.

Setelayta sîxuriyê ya Israîlî "Ufik 11" sê wêne ji koşka serokatiya Sûryê re girtiye ku bi nav "Koşka Gel" tê naskirin, herwiha wêneyên tankên bingeheke serbazî û Firîngeha Şamê ya Navdewletî girtiye, ku Şemmiya derbasbûyî bi şevê, firokeyên cengî yên Israîlî êrîşî wê firîngehê kirin.

N.O