Serokwezîr Barzanî gihişt Tehranê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî yên diplomasî piştî Bexdayê, seredana Tehranê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî yên diplomasî piştî Bexdayê, seredana Tehranê dike.

Serokwezîr Barzanî li belafirxaneya Imam Xûmeynî ji alî nûnerên Îranê ve hate pêşwazîkirin.

Ligor agahdariyan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe li Îranê, dê babetên herêmî, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û pêwedniyên du alî ligel nûnerên Îranê bigre dest.

Di seredana Serokwezîr de, herweha cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û Serokê Diwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî cîh digrin.