Artêşa Tirk êrîşî karwanê ji Cezîrê bo Efrînê, kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Taxa Eşrefiyê û hejmareke basên xelkê Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, ku berê xwe dabûn Efrînê hatin bombebaran kirin.
Şanderê Kurdistan 24 li Efrînê got ku, balafirên Artêşa Tirkiyê taxa Eşrefiyê li navenda bajarê Efrînê û gundên Mêrmîn, Basûta û Çiyayê Ehlam topbaran kir.
Herwiha got ku, Artêşa Tirkiyê karwanê xelkê Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, ku berê xwe dabûn Efrînê ji piştevaniya wê deverê re, li nêzîkî gundê Zarata hate topbaran kirin û di encam de hejmarek welatî jî birîndar bûn e û hin otomobîl jî hatine şewtandin.
C.B