Erdogan: Wek Cerablusê, li deverên din jî dibin

Serokomarê Tirkiyê qebûl nake ku hêza wan li Sûriyê û li hember PKK'ê lawaz bûye û da zanîn, çawa ew li Cerablusê bicîh bûne, ewê li deverên din jî bo wan bikin goristan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê qebûl nake ku hêza wan li Sûriyê û li hember PKK'ê lawaz bûye û da zanîn, çawa ew li Cerablusê bicîh bûne, ewê li deverên din jî bo wan bikin goristan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di vegera serdana Fransayê de, bi komek rojnamevanan re axivî. Ser pirsa gelo dibe piştî Sûriye, Iraq û Îranê, Tirkiye jî bibe armanca operasyonan, got, ew Tirkiyê lawaz nabîne, dema lêdin jî baş lêdidin. Ne PKK, ne jî YPG nikarin tiştekî bikin.

Erdogan got, çawa Tirkiye li Cerablusê di 2 hezar kîlometre çargoşe de bicîh bûye, dê deverên din jî aram bike û di vê mijarê de bibiryar in.

Erdogan bang  li medya Tirkiyê jî kir ku, li gor berjewendiyên Tirkiyê, mijarê binirxînin, ne ku ji çavê Amerîkayê û da xuyakirin, ew YPG wek rêxistina terorê dibînin û bikaranîna wê li hember DAIŞê qebûl nakin.