Tirkiyê belavkirina zanyariyan li ser bûyera Tirênê qedexe kir

Duh êvarî li rojavayê Tirkiyê, bajarê Tekîrdaxê, tirênek qulipî û di encama wê bûyerê de, 24 kesan canê xwe jidest dan û 318 kes jî birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Duh êvarî li rojavayê Tirkiyê, bajarê Tekîrdaxê, tirênek qulipî û di encama wê bûyerê de, 24 kesan canê xwe jidest dan û 318 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîriya Tirkiyê, ji bilî dayina agahiyên fermî, hemû nûçeyên derbarê bûyera tirênê qedexe kir.

Partiyên dijberiyê dan xuyakirin, ku bi qedexekirina belavkirina zaniyariyan li ser wê bûyerê, desthilat dixwaze kêmaniyên xwe veşêre û sedema qedexeyê jî merasîma sundxwarina Receb Tayib Erdogan e.

Ew tirên ji Edirnê ber bi Stenbolê ve diçû û 362 sernişîn têde bûn.

Bi gotina parêzgarê Tekîrdaxê Mihemed Ceylan, barîna baraneke zêde, sedema wê bûyerê bû.

Herwiha hêzên emnî yên Tirkiyê dest bi lêkolînan kirine, daku hûrkariyên wê bûyerê eşkere bikin.

N.O