Îran: Pêwendiyên me ligel Tirkiye her baştir dibin

Qasimî diyarkir ku, Pêwendiyên Tirkiye û Îranê ketine pêvajoyek nû ya erênî

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta derve ya Komara Islamî ya Îranê Behram Qasimî hevdîtina di navbeyna Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî nirxand û pêwendiyên Tehran û Enqere de, bi taybetî di dema dawî de bi erênî biwesf kir.

Qasimî diyarkir ku, Pêwendiyên Tirkiye û Îranê ketine pêvajoyek nû ya erênî. Hevdîtinên girîng û di qada bilind de her diçe zêdetir dibin û di berjewendiyên her du welatan de ne.