Serkirdayekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin

Serkirdeyekî DAIŞê di dema revînê ji bo rojhelatê Mûsilê de hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî DAIŞê di dema revînê ji bo rojhelatê Mûsilê de hat kuştin.

Fermandarê polîsên parêzgeha Neynewayê Wasiq Hemdanî ragihand, hêzên wan serkirdê DAIŞê yê bi navê Xanim Ebdula Sultan li navçeya Yarimce li başûrê rojhilatê Mûsilê kuştiye, ku dixwast bi riya çemê Dîcleyê ji rojavayê Mûsilê derbasî rojhilatê wî bajarî bibe, lê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 

Di çend rojên borî de, digel nêzîkbûna dawîhatina DAIŞê li Mûsilê, çendîn çekdarên DAIŞê bi riya çemê Dîcleyê hewl didin xwe bigehînin rojhilatê Mûsilê.