Silêman Cafer: Erdogan bi êrîşa li ser Efrînê, dixwaze tola DAIŞê hilde
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Desteya Pêwendiyên Derve li Efrînê Silêman Cafer ragihand, Erdogan bi van daxuyaniyan dixwaze tola DAIŞê ya ku li ser destê YPG û YPJê hatine jinavbirin, hilde.
Silêman Cafer li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên li dijî Efrîn û YPGê de ji K24ê re got: “Daxuyaniyên Erdogan kenê mirovan tîne. Erdogan 3 kezar çekdarên DAIŞê jinav nebirin. YPGê kurên vî miletî ne, dê çawa xwe radestî Tirkiyê bikin. Erdogan bi van daxuyaniyan dixwaze tola DAIŞê ya ku li ser destê YPG û YPJê hatine jinavbirin, hilde.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gefa operasyonê li dijî Efrînê xwar û got, ewê Efrînê li serê YPGê de hilweşînin.
Cafer amaje bi wê jî da, artêşa Tirkiyê ji demekê ve dorpêça li ser Efrînê tund kiriye û bi hezaran leşker û bi sedan tank, top û zirîpoş li ser sînor bicih kirine û dixwaze bakurê Sûriyê dagîr bike.
Diyar kir jî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve yên li Idlibê îro gundên li başûrê Efrînê wek Celemê, Îska, Başûfanê û Fafirtînê bi topên Hawin û Cehenem topabaran kir.