Erdogan: Di van nêzîkan de emê PKK li "Bakurê Iraq" bidawî bînin

Erdogan: Em li pey şaneyên terorîstî dikevin li Bakurê Iraq, di her derfeteke guncayî de, emê bi hêzeke mezin li wir bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, soz da ku di demeke nêzîk de, hebûna Partiya Karkirên Kurdistanê PKK li "Bakurê Iraq" bidawî bîne.

Ev daxuyaniya Erdogan, piştî wê yekê hat, ku wezîrî derve yê Tirkiyê  Mewlûd Çawîşoglû, hefteya derbasbûyî ragihandibû, Enqere û Bexda lihev kirine bi hevbeşî PKK li Bakurê Iraqê bidawî bînin, lê ew daxuyanî ji aliyê Hikûmeta Iraqî ve hat redkirin.

Ajansa Reuters belav kiriye ku Erdogan, di gotina xwe de li pêşya berpirsên îdarî li Enqerê gotiye: "Em li pey şaneyên terorîstî dikevin li Bakurê Iraq, di her derfeteke guncayî de, emê bi hêzeke mezin li wir bin".

Gotinên Erdogan di demekê de ne, ku ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, li Efrînê dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kiriye û heya niha jî ew operasyon berdewam e, li gorî amarên rêxistinên mirovî, heya niha bi sedan sivîl bûne qurbanî û bi deh hezaran jî welatî mişext bûne.

N.O