PAK: YSK îradeya gel binpê dike

PAK: Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) ya Tirkîyeyê, bi awayekî bê qanunî Qeyûman li ser beledîyeyên ku HDP biserketine tayîn dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK girêdayî biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) ya Tirkîyeyê beramberî şaredariyên HDP daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

En naveroka daxûyaniya PAKê ye: 

Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) ya Tirkîyeyê, bi awayekî bê qanunî Qeyûman tayîn dike

Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) ya Tirkîyeyê, bi awayekî bê qanunî Qeyûman li ser beledîyeyên ku HDP biserketine tayîn dike.

YSK dibêje ji ber ku hinek şaredarên HDPyê pêştir li gorî KHKyên(Qerarnameyên di Hikmê Qanûnan de) OHALê(Rewşa Awrate) ji kar hatine bidûrxistin, ew nikarin serok şaredarîyê bikin. Bi vê sedemê jî mazbateyên(îcazeyên) 6 şaredaran betal kirîye û li cîhê wan, serok şaredarî teslîmî partîya ku weke duyem derketîye kirine.Bi piranî jî ew partîya duyem AKP ye.

Ev biryara YSKyê biryareke ne qanûnî ye, binpê kirina iradeya gel e.YSK bêyî ku mafê wê hebe, Qeyûman li ser şaredarîyên HDPyê tayîn dike.

Ev biryara YSKyê nîşana wê yekê ye ku, desthilatdarîya AKP-MHPyê dikare bi gelek sedemên ne qanunî û keyfî , encamên hilbijartinan tune bihesibîne û dest deyne ser beledîyeyan.

Ev sedema ku YSKyê nîşan daye, di eynî wextê de binpê kirina biryarên YSKyê bi xwe ne jî. Ev nazmeden HDPyê yên ji ber biryara KHKye şaredarî ji wan hatine wergirtin, berîya hilbijartinê , namzetîya wan ji aliyê YSKyê ve hatibûn pejirandin û li gorî vê biryara YSKyê beşdarî hilbijartinê bibûn.Lê nuha YSK vê biryara xwe jî tune dihesibîne û dest datîne ser îradeya gel. Herweha tê zanîn ku, gelek parlamenter jî hene ku berîya bibin parlamenter bi KHKyê ji kar hatibun bidûr xistin, lê nuha parlamenter in.Ev jî nîşana wê yekê ye ku YSK bi awayekî du standartî tevdigere.

Xaleke girîng û balkêş jî ew e ku, gava ku AKP û MHP bi destê YSKyê bi awayekî bêqanûnî dest datîne ser van şaredarîyan, CHP û İyi Partîya ku HDPyê li gelek bajaran piştgirîya wan kiribûn, tu bertekan li himberî vê biryara YSKyê nîşan nadin.

Ev biryara YSKyê dikare rê ji gelek bê usûlÎ û be qanûnîyên din re jî xweş bike ku, AKP û MHP dest deynin ser gelek şaredarîyên din jî.

Ev biryara YSKyê nîşana we yekê ye ku Dewleta Tirkîyeye êdî ne bes bi rêyên antî-demokratîk; lê bi binpê kirina qanûnên xwe jî, dixwaze li Kurdistanê hemû hilbijartinan ji binî ve jî bê mane bike.

Em vê biryara YSKyê şermezar dikin. YSK û hemû partîyên ku beşdrî hilbijartinên 31ê Adarê bûne, divê rêzê li îradeya gel bigirin.

12.04.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê