Îran û Iraq dixwazin li sizayên Amerîka bizîvirin

Du endamên Komîteya Enerciyê ne di Perlemana Iraqê, eşkere kirin ku Iraq û Îranê lihev kirine, ku Iraq berhem û keresteyên xwarinê bişîne Îranê û Îran jî di beramber de xazê ji Iraqê re bişîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro du endamên Komîteya Enerciyê ne di Perlemana Iraqê, eşkere kirin ku Iraq û Îranê lihev kirine, ku Iraq berhem û keresteyên xwarinê bişîne Îranê û Îran jî di beramber de xazê ji Iraqê re bişîne.

Ajansa Reutersê ji ser zimanê herdu berpirsên Iraqî belav kiriye, ku niha Bexda bizavan dike, ku rezamendiya Amerîka werbigire, daku xazê ji Îran hawirde bike, bi bihaneya ku ew xaz ji wêstgehên Iraqî yên berhemhanîna karebê re pêwîst e.

Wan berpirsan tekez kirine, ku ew moleta Amerîka daye Iraqê ji bo hawirdekirina xazê ji Îranê hindik e û pêwîstiya Iraqê bi demeke dirêjtir heye, heya ku welatekî din ji bilî Îranê bibîne, ku xazê ji wî welatî bikirre.

Berî niha Amerîka moleta 45 rojan dabû Hikûmeta Iraqê ku xazê ji Îranê bikirre, piştî bidawîbûna vê moletê, divê Iraq kirrîna xazê ji Îranê rawestîne.

Piştî sepandina qunaxa diwem ji sizayên Amerîkî li ser Îranê di 5ê vê mehê de, qedexe li ser hinardekirina petrola Îranê hat danîn û wezîrê derve yê Ameîrka Mike Pompeo ragihand, ku her welatek yan aliyek yan jî kesek pêbendî sizayên Amerîkî nebe, wê ew jî rastî sizayên tund ji aliyê Amerîka ve bê.

N.O