Wezîra berevaniya Almanya li Hewlêrê ye

Li gorî zanyariyan, Ebadî ji wezîra Almanî re gotiye ku serdana Hewlêrê nepêwîst e, lê wezîra berevaniya Almanya rijd bû ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîra bergiriya Almanya Ursula Von Der Leyen gihişte Herêma Kurdistanê û serdana serbazgeha welatê xwe li kir.

Ursula Von Der Leyen, piştî ku li Bexdayê li gel berpirsên Iraqî civiya, şevê din gihişte Herêma Kurdistanê û îro li bajarê Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir.

Di dema serdana wê de, ji bo bingeha serbazî ya Almanya li devera Behrikê ya ser bi Hewlêrê ve, hejmarek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge û fermandeyên artêşa Almanya pêşwaziya wê kirin û çendîn nimayiş û rahênanên meydanî li pêşya wezîra berevaniya Almanya hatin encamdan.

Li gorî zanyariyan, di dema civîna wê de li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Ebadî dabû xuyakirin ku nepêwîst e wezîra berevaniya Almanya serdana Hewlêrê bike, lê wezîra Almanî rijd bû ku serdana Herêma Kurdistanê bike û şevê gihişt Hewlêrê, ji bilî serdana bingeha serbazî ya welatê wê li Hewlêrê, biryar e îro Ursula Von Der Leyen, nexweşxaneyeke taybet ya serbazî veke, ku budceya wê ji aliyê wezareta berevaniya Almanya ve tê xerckirin.