Şervanên HSDê 16 xal li Dêra Zorê kontrol kirin

Hêzên Sûrya Demokrat operasyona xwe li gundewarê Dêra Zorê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam dikin û di dawîn pêşhat de, 16 xal li mihwerê Bagoza Jorîn û Sûse, li wê deverê kontrol kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hêzên Sûrya Demokrat operasyona xwe li gundewarê Dêra Zorê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam dikin û di dawîn pêşhat de, 16 xal li mihwerê Bagoza Jorîn û Sûse, li wê deverê kontrol kirin.

Navenda Ragihandina HSD, di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan 16 xalên çekdarên DAIŞê li herdu mihwerên Bagoza Jorîn û Sûse li gundewarê Dêra Zorê kontrol kirine.

Herweha li gorî daxuyaniyê, hêzên HSD li mihwerê Sûse, du kîlometran pêşve çûne û karîn 16 çekdarên DAIŞê bikujin û di encama şer û pevçûnan de, du şervanên HSD jî jiyana xwe jidest dane.

N.O