Ji bo pirsa Qudisê, Rêxistina Hevkariya Îslamî li Tirkiyê dicive

Li Tirkiyê îro civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî tê kirin. Heta niha Serokên Azerbaycan, Filîstîn, Serokomarê Îranê û Mîrê Qeterê gehîştin Stenbolê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê îro civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî tê kirin. Heta niha Serokên Azerbaycan, Filîstîn, Serokomarê Îranê û Mîrê Qeterê gehîştin Stenbolê.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Orşelîm (Qudis) wek peytexta Îsraîlê nasand, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rêxistina Hevkariya Îslamê Recep Tayîp Erdogan, daxwaza lûtkeyeke awarte ya rêxistinê kir.

Li ser banga Erdogan şeva din serokên hin welatên misilman wek Azerbaycan, Filîstîn, Îran û Qeterê gehîştin Stenbolê.

Erdogan beriya destpêkirina lûtkeyê bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re biryara Serokê Amerîkayê  ya di derbarê statûya Orşelîmê civiyabû.

Hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump Orşelîmê wekî paytexta Îsraîlê nasandibû. Erdogan jî nerazîbûnek tund nîşan dabû û biryar girtibû ku Rêxistina Hevkariya Îslamê bi awayek awarte kom bibe.

Biryar e îro civîn destpê bike, lê diyar nîn e hemû welatên endam beşdar bibin yan na.