Hêvî Mistefa: Artêşa Sûryê di rojên bê de derbasî Efrînê nabe
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka kantona Efrînê Hêvî Mistefa red kir, ku artêşa Hikûmeta Sûriyê di çend rojên bê de, derbasî Efrînê bibe.
Hêvî Mistefa diyar kir ku, hîn jî ew li gel Hikûmeta Sûryê ne gihiştine ti rêketinekê û danûstandinên wan bi Hikûmetê re di wê derbarê de berdewam in.
Duh jî Bedran Çiya berpirs di rêveberiya xweser de ragihandibû, ku ew li gel Hikûmeta Sûryê rêketine û di çend rojên bê de wê artêşa Sûryê derbasî Efrîn bibe.