Leyla Zana bo YN: Mafê neteweyan e çarenûsiya xwe diyar bikin

Zana: Mafê diyarkirina çarenûsiya neteweyan heye û divê hemû dewletên cîhanê piştgiriya referandûma serxwebûnê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Leyla Zana derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de nameyek ji Neteweyên Yekgirtî re şand û daxwaza piştgiriyê kir.

Zana di nameya xwe de got referandûm rêyeke demokratîk û aşîtixwaz e û xelk ji bo dahatûya xwe diyar bikin serî li vê rêyê didin. Divê tenê xelkê Kurdistanê biryara xwe bide û viyana xwe nîşan bide, mafê ti kesî nîne destêwerdanê bike. Herwiha divê wekî mafekî rewa were nirxandin. 

Parlementera HDPyê Zana amaje dike ku, referamdûma serxwebûna Kurdistanê li ser ewlekariya netewî ya cîranên Kurdistanê ne gef e. Divê cîranên Kurdistanê sînorên xwe bizanin. Li hemberî Kurdistanê zimanekî berpirsiyarane bikar bînin û dest ji gefxwarinan berdin. Divê rêz li biryara demokratîk a xelkê Kurdistanê bigrin.  Mafê diyarkirina çarenûsiya neteweyan heye û divê hemû dewletên cîhanê piştgiriya referandûma serxwebûnê bikin.