Li 65 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 65 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Diyarbekirê derketina derve hate qedexekirin.
Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Diyarbekirê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn, di çarçoveya operasyonên li dijî gerîlayên PKKê de li 65 gundewarên bajarokên wekî Licê û Hênê derketina derve hatiye qedexekirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê dawîbûna dema qedexeyê diyar nekir û hat zanîn Arteşa Tirkiyê piştî qedexeyê li dijî PKKê operasyonek berfereh daye destpêkirin.
Duh li bajaroka Licê gerîllayên PKKê êrîşê leşkerên Tirkiyê kiribûn û di encamê de leşkerek birîndar bûbû.
S. B