Biryara dadgehê: Rengên kes û sor û zer ne qedexe ne

Dadgehê Çewligê di derbarê dozekê de ku bikaranîna rengên kesk, sor û zer wekî tawanê dihat dîtin, biryar da ku bikaranîna van rengan ne tawan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Dadgehê Çewligê di derbarê dozekê de ku bikaranîna rengên kesk, sor û zer wekî tawanê dihat dîtin, biryar da ku bikaranîna van rengan ne tawan e. Heta niha li Bakûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê ji bo gelek kesan ji ber bikaranîna rengên kesk, sor û zer de doz hatine vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê, Dadgeha Çewligê derbarê dozekê de ku rengên kesk, sor û zer wekî tawanê dihat dîtin, biryareke balkêş û berovajiyê biryarên rabirdûyê da. Di biryarê de hat amajekirin ku bikaranîna rengên kesk, sor û zer li gorî yasayên Tirkyeyê ne tawan e. Parêzerê dozê Erhan Ûrkût jî anî zimên ku gelek kes ji ber cil û bergên xwe û ji ber xemlên xwe rastî darazê hatine û pêwîst e ku êdî ev biryar wekî mînakeke hiquqî were pejirandin.

Parêzer Erhan Urkut li ser vê pirsê ji K24ê re got: "Bi sedan sal in ku Kurd û xelkên vê herêmê ji van rengan hez dikin. Ev reng hêmanên xwezayî yên vê erdnîgariyê ne. Me ev yek ji bo dadgehê jî anî zimên. Di encamê de dadgehê biryar da ku rengên kesk û sor û zer nabin hêmanên tawanê. Divê biryara vê dadgehê ji bo dozên bi vî rengî bibe mînak."

Li Bakurê Kurdistanê di kuçe û kolanan de û di gelek dikanan de rengên kesk û sor û zer derdikevin pêş û esnaf jî dibêjin ev reng rastiyên çand û dîroka Kurdan in. Yek ji esnafên Diyarbekirê Emrûllah Zumrut ku bi giranî cil û bergên gelêrî difiroşe, amaje dike ku qedexekirina rengan bê wate û bê encam e.

Dikandar Emrûllah Zumrut dibêje: "Rengên kesk û sor û zer rastî û çanda Kurdistanê ye. Ev reng çanda dilê Kurdan in. Qedexekirina cil û bergên kesk û sor û zer bê wate ye."

Di gelek dozên ku di çarçoveya bangeşiya rêxistina neyasayî hatine vekirin de rengên kesk û sor û zer wekî delîlên tawanê hatibûn dîtin û heta ji bo kesên ku cil û bergên wan an jî kefiyen wan di van rengan de bin jî 800 lîre cezayê pere hatibûn.