Israil jî balyozê Tirkiyê der dike

Piştî biryara derkirina balyozê Israilê li Tirkiyê, Israilê jî heman rê da ber xwe û xwest balyozê Tirkiyê Israilê terk bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara derkirina balyozê Israilê li Tirkiyê, Israilê jî heman rê da ber xwe û xwest balyozê Tirkiyê Israilê terk bike.

Piştî rûdanên li Israilê di navbeyna hêzên ewleyî yên Israilê hemberê xwepêşanderên Filistinî, Tirkiye bi egera prodestoyê hemberî Israilî îro xwestibû ku balyozê Israilê li Tirkiye Eitan Naeh Tirkiye terk bike. Israilê jî wekî bersîv bangî balyozê Tirkiyê li Israilê Husnu Gurcan Turkoglu kir  û xwest ji Israile derbikeve.

Tirkiye di qada navneteweyî de helwêsta xwe hemberî Israilê tund kiriye û Israil liser vê helwêsta Tirkiye rexne li Enqere girt.

 

 

C.B