De Mistura: Hikûmeta Sûriyê li ser binketina gera 8an ya Cinêvê berpirs e

De Mistura: Di gera 9an de ya ku eger heye meha dahatî destpê bike, wê behsa danîna destûreke nû û encamdana hilbijartinan bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura ragihand, ku eger heye gera 9an ji danûstandinên Cinêvê, di meha dahatî de destpê bike, û berpirsatiya binketina gera 8an ya Cinêvê xiste stiwê hikûmeta Sûriyê de.

Staffan De Mistura di kongirekî rojnemevanî de diyar kir, ku wan danûstandinên rastiyane birêve nebirine û şanda hikûmeta Sûriyê ji bo gotûbêjeke cidî ne amadebû û tenê dem winda dikir.

De Mistura eşkere kir, ku di gera 9an de ya ku eger heye meha dahatî destpê bike, wê behsa danîna destûreke nû û encamdana hilbijartinan bê kirin.