Firokeyeke Tirkiyê li Izmîrê ket û 2 firokevanên wê canê xwe jidest dan

Li bajarê Izmîrê navçeya Çîxliyê, li Taxa Kalkiçê firokeyeke perwerdeya serbazî ketiye xwarê û di encamê de, herdu firokevanên wê canê xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Derbarê mijarê, serokerkaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li bajarê Izmîrê navçeya Çîxliyê, li Taxa Kalkiçê firokeyeke perwerdeya serbazî ketiye xwarê û di encamê de, herdu firokevanên wê canê xwe jidest dan.

Heya niha nehatiye zanîn ew firoke ji ber çi sedemê ketiye û derbarê bûyerê lêkolîn berdewam dikin.

Meha derbasbûyî jî li bajarê Ispartayê li navçeya Yalvaçê dîsa firokeyeke serbazî ya perwedeyê ketibû û 3 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dabûn.