Amerîka peyamekê ji xelkê nerazî yê Îran re dişîne

Ev bêtirî hefteyekê ye, beşek ji bazirgan û fermanberên Îranê bi sedema buhabûnê û xirabiya rewşa abûrî, bi baykotkirin û girtina dukanên xwe, nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Taranê didin xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdara bi navê Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, di peyamekê de ji bo xelkên nerazî li Îran, piştevaniya welatê xwe ji wan re tekez kir.

Heather Nauert li ser Twittera xwe, derbarê mangirtina beşekî ji bazirgan û fermanberên Îranê nivîsiye: Em haydarî nûçeyên mangirtina giştî ne li Îranê. Em piştevaniya welatiyên Îranê dikin daku bi awayekî aştiyane doza mafên xwe yê rewa bikin.

Herwiha nivîsiye: Ew mangirtinên ku tên encamdan, peyamek in ji bo rêjîma Îranê, daku dev ji hedirkirina samanên Îranê li derveyî welatê xwe berde û li şûna ku wan samanan li derveyî Îranê hedir bike, bila pêdiviyên navxwe ji welatiyên Îranî re dabîn bike.

Ev bêtirî hefteyekê ye, beşek ji bazirgan û fermanberên Îranê bi sedema buhabûnê û xirabiya rewşa abûrî, bi baykotkirin û girtina dukanên xwe, nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Taranê didin xuyakirin.

N.O