Yildirim: Nêrînên Pompeo derbarê Tirkiye ne girîng in

Mike Pompeo, piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê gotibû: Tirkiye welatek dîktator a îslamî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim nerînên Mike Pompeo yên di derbarê Tirkiyeyê de girîng nabîn e.

Yildirim li ser gûherîna li Wezerata Derve yê Amerîkayê axifî û got: pêwîst nake Tirkiye li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump biaxife. Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girêdayî kesan nîn e.

Kî bibe Wezîrê Derve yê Amerîkayê bila bibe helwesta Tirkiyeyê zelal e. Ew nêrînên Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû Mike Pompeo yên di derbarê Tirkiyeyê de girîng nabînin û hêvî dikin ku, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê bi pêşve biçin.

Mike Pompeo, piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê gotibû: Tirkiye welatek dîktator a îslamî ye. Zordestiyek dijwar li Tirkiyeyê heye.

 

C.B