ENKS heta nakokî neyên çareserkirin beşdarî civînên Itilafê nabe

ENKS carek din êrîşa Tirkiyê ser Efrînê şermezar dike û radighîne, ew êdî di civînên Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Suriyê de beşdar nabe, heta ku xalên nakok di navbeyna xwe û ENKS de bi danûstandinan çareser neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Suriyê di daxuyaniyê de, carek din êrîşa Tirkiyê û grûbên bi ser ve şermezar kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku, êrîşan rawestîn e, sivîlan biparêze û çareyekî siyasî ji bo rewşa zehmet a Suriyê re bibîne.

ENKS herweha di daxûyaniya xwe de ragihand, yek ji encamên siyaseta PYD li dijî ENKS û binpêkirina rêkeftinên Hewlêr û Dihokê, derbasbûna mîlîsên bi ser hikumeta Suriyê ve ji bo Efrînê ye, ku metirsiyê li ser pêşeroj û mafê gelê Kurd dike.

ENKS ragihand, jiber piştevaniya Hevpeymaniyê ji êrîşa Tirkiyê re ser Efrînê û ragihandina wê piştevaniyê, bê encamdan a Civîna Desteya Siyasî, nûnerên wê êdî di civînên Îtîlafê de beşdar nabin, heta ku ew yek were çareser kirin. 

C.B