Keçeke Rojavayê Kurdistanê li Parîsê di nûtirîn beşê fîzîkê de Diktora wergirt

Dr. Ala Hisên di sala 1984an de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye û niha jî xwe ji xwendina piştî diktorayê (Post Diktora)yê re di warê fîzîka nanometrî de amade dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dr. Ala Hisên bi alîkariya Peymangeha Kurdî li Parîsê, bexşîneke xwendina Diktorayê ji wezareta derve ya Firensa wergirt û piştî amadekirina lêkolîna xwe ya Diktorayê, bi astekî gellekî baş peyama wê hat pijirandin.

Di daxuyaniyeke taybet de, ji malpera Kurdistan24ê, Dr. Ala Hisên behsa pêvajoya xwe ya xwendinê kir.

Dr. Ala sala 2004an li zanîngeha Dêra Zorê dest bi xwendina fîzîkê kir û di sala 2007an de bawernameya Bakaloryos wergirt.

Piştre li xwendingeheke bajarê Amûdê ji bo heyama salekê waneyên fîzîkê dide xwendevanan û pêre amadekariyên xwendina bilind û Masterê dikir, heya ku di sala 2009an de, ji aliyê zanîngeha Laziqiyê ve, li gel 2 xwendevanên din li ser astê tevahiya Sûryê hat wergirtin.

Di xwendina Masterê de, sala yekem bi pileya herî bilind xelas kir û sala diwem lêkolîna xwe ya Masterê li ser amadekirina pelikên -Sefîhe- gellekî tenik di astê (Nano Metrî) de kir û ew pelika tenik ji şilavka kîmawî -Mehlûl Kîmawî- li ser perçeyek cam (şûşe) amade kir, pelika ku hat amadekirin, xwedî taybetmendiyên balkêş ên fîzîkî û kîmawî bû.

Li ser amadekirina wê pelika Nanometrî, Dr. Ala ji K24ê re got: Min dijwariyeke mezin di lêkolîna Masterê de dît, ji ber ku lêkolîna min karekî hevbeş bû di nav zanîngehên Heleb û Laziqiyê de, herwiha ez neçar bûm ji bilî herdu zanîngehên Heleb û Laziqiyê, li zanîngeha Şamê jî lêkolînên xwe bikim, ji ber ku pêwstiya min bi (Mîkroskopa Hêza Etomî) hebû, daku ez karibim binyada wê pelika nanometrî bibînim. Piştî têkçûna rewşa ewlahiyê li Sûryê, çûnûhatina min di nav wan zanîngehan de, gellekî zehmet û metirsîdar bû, lê di dawiyê de, min lêkolîna xwe ya Masterê amade kir û di 2012an de, hat gotûbêjkirin û bi pileyke gellekî baş hat pejirandin.

Piştî wergirtina Masternameyê, Dr. Ala dîsa vegeriya Amûdê û heya dawiya sala xwendinê ya 2013an, li heman xwendingeha xwe ya berê, waneyên fîzîkî dida xwendevanan.

Di dawiya sala 2013an de, wezareta derve ya Firensa bexşînek ji bo xwendina Diktorayê ji Dr. Ala re misoger kir û ew jî di sala 2014an de gihişt wî welatî û li zanîngeha Parîsê dest bi xwendina Diktorayê kir.

Li ser ezmûna xwe ya encamdana lêkolînan di taqîgehên zanîngeha Parîsê de, Dr. Ala ji K24ê re got: Di Mijdara 2014an de, ez derbasî taqîgehên zanîngeha Parîsê bûm û min 6 mehan lêkolînên xwe bi teknîka xwarbûnê -Inhîrac- li ser piştikên rast -Estuh Mistewiye- kirin, ew jî teknîkeke nû ye û di warê xwendina min de ye, lê di heman demê de min bi hezkirineke mezin dixwest, pelikên nanometrî pêk bînim û bi (Mîkroskopên Eliktironî) çavdêriya wan pelikan bikim, daku rêzbendiya etomên wan pelikan bibînim û taybetmendiyên wan kontrol bikim. Ji ber vê yekê, min li gel lêkolîna xwe ya Diktorayê, di heman taqîgehê de, li gel girûpeke din jî kar kir, di karê li gel wê girûpê de, hemû lêkolînên ku ji min re xewn bûn, pêk hatin, ji ber ku rê li ber min vebû ez alavên gellekî pêşketî bikar bînim û gellek corên teknîkan ji min re peyda bûn. Di Adara 2018an de, min lêkolîna xwe ya Diktorayê bi dawî anî, lêkolîna min li ser pêkanîna pelikên nanometrî, ji Kilora Sodyomê û pişkînkên metiryalan -Cuzey`at Udwiyye - bû, ku bi navê (PTCDA) tên naskirin, ew pişkînkana xwediyên taybetmendiyên gellekî bilind in, ji wan taybetmendiyan jî, ew pişkînkana gellekî hevgirtî ne û girêdana wan bi hev re gellekî bihêz e û heger rastî roniyê bên şewqê didin. Ew pelik û nimûneyên min çêkirin, bi navê (Model System) tên naskirin û di alavên eliktironî, jêderên tîrêjê û di çêkirina ekranên nerm de tên bikaranîn.

Dr. Ala Hisên di sala 1984an de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Li kêleka amadekirina lêkolîna xwe ya Diktorayê, du gotarên zanistî di govarên Firensî de belav kiriye û niha jî xwe ji xwendina piştî Diktorayê (Post Diktora)yê re amade dike.    

Pelika nanometrî ya ku Dr. Ala Hisên li zanîngeha Parîsê pêkanî û bi taybetmendiyên fîzîkî yên gellekî baş û bilind çêbûye
Pelika nanometrî ya ku Dr. Ala Hisên li zanîngeha Parîsê pêkanî û bi taybetmendiyên fîzîkî yên gellekî baş û bilind çêbûye
Dr. Ala Hisên li gel komîteya gotûbêjkirina nameya wê ya Diktorayê li zanîngeha Parîsê
Dr. Ala Hisên li gel komîteya gotûbêjkirina nameya wê ya Diktorayê li zanîngeha Parîsê

Amadekirin û hevpeyvîn / Nûriddîn Osman