Tirkiye, Rapora Wezareta derve ya Amerika red dike

Wezareta derve ya Tirkiye dilgiraniyên xwe hemberî Rapora Wezareta derve ya Amerika ya sala 2017an liser Mafên Mirovî anî ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Tirkiye dilgiraniyên xwe hemberî  Rapora Wezareta derve ya Amerika ya sala 2017an liser Mafên Mirovî anî ziman.

Di daxûyaniya xwe de Wezareta derve ya Amerika destnîşan dike ku, Rapora Wezareta derve ya Amerika ya sala 2017an liser gotin û propagandayên hawîrdorên rêxistinên terrorist hatiye amade kirin. Vê yekê dilgiranî ligel Tirkiye peyda kiriye.

Wezareta derve ya Tirkiye diyar dike ku, beşê raporê ya liser Tirkiye bi agahdarî û tewanên nerast ve dagirtiye. Ev yek ji alî Tirkiye ve nayê qebulkirin.

Di Rapora Mafê Mirovan a sala 2017an de, Tirkiye di rêza welatên ku herî zêde mafan binpê dike de hatiye destnîşan kirin.

 

 

C.B