Encûmana Dêredorê ya Sivîl tê avakirin

Encûmana Sûriyeya Demokratîk li gundê Cezrê yê li bakur rojavayê Dêrezorê komîteya amadekar ji bo avakirina Encûmena Dêrezorê ya Sivîl ragihand.
kurdistan24.net

 

K24 – Bakurê Dêrezorê

Encûmana Sûriyeya Demokratîk li gundê Cezrê yê li bakur rojavayê Dêrezorê komîteya amadekar ji bo avakirina Encûmena Dêrezorê ya Sivîl ragihand. Li gor endamên komîtayê, ku ewê dest bi vexwedina rûsipî, rewşenbîr û siyasetmedarên deverê bikin, ta ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên deverê bikin.

Encûmana ku bê avakirin, dê xebata xwe li gundawarê Dêrezorê bike. Li gor berpirsin HSDê gundê ku were kontrolkirin dê radestî wê encûmanê bikin. Herwiha wê alîkariya wan bikin, ta pêdeviyên sereke ji gel re peyda bikin û xwe bixwe bi rê va bibin.

Eve sê roj ku operasiyona kontrolkirina rojhilatê çemê ferêt hatiye ragihandin û ligel berdewamiya operasiyonê Encumena Sivîl hat avakirin. berpirsên encumenê dibêjin jî, di demên bê de dest bi avakirina saziyên xizmetguzariyê bikin.